34emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Sadove yê herêma Komara Adigey û Yarşovê yên Federasyona Rûsyayê hatin pîrozkirin.
Li Komara Adigeyê pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê û damezrandina PKKê axaftin hatin kirin. Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Komeya Çanda Kurd a Agirî ya li Adigeyê Feyzo Huseyîn Ebdullahev ve hate xwendin. Piştre Serokê Otonomiya Kurdan a Adigeyê Îşxan Akosî axiftinek kir.
Hunermend Zelal konserek da û koma folklorê ya zarokan a bi navê Kulîlkên Kurdistanê derket ser dikê. Piştre hunermendên herêmî Barî û Xwedêda derkein ser dikê. Bi qasî 300 kes beşdar bûn.
Her wiha, 34emîn salvegera damezrandina PKKê li navçeya Yarşov a ya ser bajarê Saratova ya Rûsyayê hate pîrozkirin. Li navçeya Yarşovê bi qasî 200 kes beşdarî şahiyê bûn. Li vir jî li ser girîngiya derketina PKKê hatin kirin. Piştî axaftinan Berfîn Mamedova derket ser dikê û li ber stranên wê govend gerandin.