Li Kolnê jin li dijî Erdogan meşiyan
Jinên li Kolnê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan şermezar kirin.
Jinên li Kolnê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan şermezar kirin.
Li Kolnê ya Elmanyayê şevê dî 8 saziyên jin hatin cem hev û li dijî Erdogan meş û mîtîng kirin.
Di mîtîng û meşê de MLPD, ZORA, Komondo Clara, Kouccourage, Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê heye, Yaşanacak Dunya, Sosyalîst Kadinlar Birligi û ADHK hazir bûn.
Nûnerên saziyan li ber stesyona navendî ya trênê hatin cem hev, li vir axaftineke kurt kirin û meşiyan.
'ERDOGAN JI BO ÇARESERIYA KRÎZA XWE TÊ'
Nûnera Kucourage got Erdogan ji bo çareseriya krîza aborî tê Elmanayayê, deweta Elman jî alîkariya bi Erdogan re kêm nake û dom kir, ''Peywira me ew e ku em bi jinên Kurd re bixebitin û rewşa Tirkiyê ji cîhanê re ragihînin. Ji bo azadiya jinê divê em bibin yek.''
EM LI ELMANYA DÎKTATOR NAXWAZIN'
Nûnerê Zora jî got li Tirkiyê, 'faşîzma Erdogan kenê jî li jinan qedexe dike. Lê 8'ê Adarê bi hezaran jin li gel qedexeyê jî derketin kolanan. Çi qas zext û zordarî hebe jî jin têdikoşin û em jinên Elman li piş wan in.''
Nûnera Clara jî got, ''Ên ku li Kurdistanê li dijî DAÎŞ'ê şer dikin li vir têne krîmînalîzekirin. Erdogan dijminê jina ye. Em li dijî wî ne. Em dîktatorê ku bi guleyên plastîk êrîşê dibe ser Dayikên Şemiyê, mêrên kujer diparêzerê li Elmanya naxwazin.''
Nûnera MLPD'ê jî qedexeya li ser alayên YPJj'ê rexne kirn û got, ''Erdogan çi kesê ku dengê xwe derdixe, bi tirsê, bi êrîşê û girtinê dixwaze bêdeng bike''.