Çalakiya kon bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ya ku bi Elmanî, Kurdî û Tirkî hate xwendin, hat diyarkirin ku weşana nêzî 150 televîzyon û radyoyan hatiye qutkirin, gelek rojname û kovar û malper hatine girtin û bi ser de jî Eûtelsat a ku hevkariya hikumeta Tirkan dike weşana Med Nûçeyê jî reş kiribû.
Hat diyarkirin ku ligel biryara dadgehê Eûtelsat di nêzikbûna xwe ya derhiqûqî de israr dike û a niha jî peymana bi televîzyonên Kurdan a bi Ronahî Tv, Stêrk Tv û News Channel Tv yê binpê dike û dixwaze weşana televîzyonan qut bike. Bang hat kirin ku bila Eûtelsat dev ji vê biryara xwe berde û raya giştî ya bihistyar jî helwesta xwe diyar bike.
Salman Kedîk ê ku di komîteya amadekar a çalakiyê de ye wiha got: “Ligel biryara dadgehê Eûtelsat di nêzikbûna xwe ya derhiqûqî de israr dike. Em jî heta ku şîrket vê şaşiya xwe rast bike, îro li vê derê û ji sibê pê ve jî li pêşa Dêra Domê di saet 12.00 û 19.00’an de em çalakiya kon didin destpêkirin. Em bang dikin ku bila Kurdistanî, dostên wan û raya giştî ya bihistyar helwesta xwe nîşan bidin.”
Bernameya çalakiyê wisa ye:
Pêncşem (sibe) wê Koln-Duren çalakiya kon dewr bigire. Roja Înê Leverkûsen-Gladworenbrûch, Şemî Aachen-Bergischgladbach, Yekşem Koln-Gomersbach, Duşem Bonn, Sêşem Eûskîrchen, Çarşema hefteya were Koblenz, Pêncşem Troîsdorf, În jî Meckenheîm, Şemî Dusseldorf.
Di heman demê de di 5’ê Gulana 2017’an de roja Înê di saet 18.00’an de bi awayê ku ji Koln Eberplatzê were destpêkirin bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan wê li Dusseldorf, Koln, Bonn; Wûpertal, Aachen, Durren Monchengladbach, Neûs, Leverkûsen, Troîsdorf, Koblenz, Meckenheîm; Eûskîrchenê wê meş were lidarxistin.