BI DÎMEN

Li Kolnê dengdanê destpê kir, ji xebatkarên ANF’ê re astengî

Li Elmanyayê dengdanê destpê kir. Serkonsolosxaneya Kolnê ji xebatkarên çapemeniya Kurd re akredîtasyon danî.

Li Elmanyayê dengdanê destpê kir. Serkonsolosxaneya Kolnê ji xebatkarên çapemeniya Kurd akredîtasyon danî.

Li 13 navendên Elmanyayê vê sibehê dengdanê destpê kir. Tirkiyeyî saetên ji sibehê ve li pêşiya navenda dengdanê kom dibin, ji saet 10.00’an ve dest bi dengdanê kirin. Tevî roja yekemîn bi baran jî bû heta vê saetê nêzî 400 kesî dengê xwe bikar aniye.

Tevahî muşahîdên HDP’ê ji jinan pêk tên, yên AKP û MHP’ê jî wek hilbijartinên bihurî ji zilaman pêk tên. Yên CHP’ê jî tenê muşahîtek jin heye.

'PÊŞEROJA DEMOKRATÎK WÊ EWROPAYIYAN JÎ BANDOR BIKE’

Fahrettîn Vûral û endamê Desteya Rêveberiya DÎDF’ê Huseyîn Avgan ên dengên xwe bi kar anîn, di daxuyaniya xwe ya ANF’ê re ragihandin ku dengê xwe dane HDP’ê.

Avgan got: “Hilbijartinên 1’ê Mijdarê ji yên 7’ê Hezîranê girîngtir in. Ji ber ku AKP’ê atmosferek şer daye destpêkirin. Pêşeroja Tirkiyeyê, Tirkiyeya demokratîk, Tirkiyeyek gel di nav wekhevî, xwişk-biratiyê dijin, bêguman wê jiyana kesên Tirkiyeyî yên li derveyî welêt dijîn jî hêsantir bike. Lewma ez bang her kesî dikim ku ji bo ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê zêdetir bixebitin, ji bo zêdetir mirov dengê xwe bidin HDP’ê bang dikim ku zêdetir hewl bidin.”

Dengdan didome.

ANF û MEDNUÇE HAT ASTENGKIRIN

Serkonsolosê Kolnê Huseyîn Emre Engîn ji ANF û Mednuçe re akredîtasyon pêk anî.

Li gel vê sansur û akredîtasyona li hember çapemeniyê ya li Tirkiyeyê li Ewropayê jî belav bû. Rojnamevan ji danê sibehê ve li ber Serkonsolosxaneya Kolnê ya wê dengdan pêk bê kom bû. Hemû rojnamevan ku yek bi yek kirin hundir, nûçegihanê ANF û xebatkarên televîzyona Mednuçe derbasî hundir nekirin. Piştî muşahidên HDP'yî ketin dewrê xebatkarên Mednuçe derbasî hundir bûn. KLê ewlekariya li ber derî ji nûçegihanê ANF’ê re got ‘Talîmata Serkonsolos heye, em nikarin we derbasî hundir bikin. Hûn li ku derê gilî bikin, gilî bikin. Tişta hûn dixwazin binivisînin lê hûn nikarin bikevin  hundir.”