Li Kolnê çalakiyên 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava

Li Koln a Elmanyayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û Şoreşa Rojava hate silavkirin.

Li ber Katedrala Dom a Koln a Elmanyayê ya NAV-DEM û AGÎF’ê 3 çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Komkujiya Pirsûsê hatin bibîraîn û Şoreşa Rojava hate silavkirin.

Çalakiya pêşî têkildarî Komkujiya Pirsûsê bû. Saet 13:00’an daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Çalakî ji hêla Federasyon Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF),Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ve hatin organîzkirin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin û der barê Şoreşa Rojava nirxandin hatin kirin. NAV-DEM’î û Kurdistaniyên ku li Koln dijîn piştgirî dane çalakiyê.

Provakasyona faşîstên Tirk ji hêla Kurd û Elmanan ve hate astengkirin.

Çalakiya AGÎF’ê wê heta Çarşemê bidome. AGÎF’ê li ber Katedrala Domê kon veda û der barê Komkujiya Pirsûsê û Şoreşa Rojava de raya giştî agahdarkirin. Çalakiya kon wê her roj di navbera saetên 11.00- 18.00’an de vekirî be.

...