Li Kobanê Mistefa Çîlo 7 meh e wendaye
Li Kobanê Mistefa Çîlo 7 meh e wendaye
Li Kobanê Mistefa Çîlo 7 meh e wendaye
Li Rojavayê Kurdistanê Kobanê welatiyê kurd Nezîr Mistefa Çîlo ku beriya 7 mehan, li ser sînorê Sûriyeyê û Libnanê ji aliyê hêzên Rêjîma Esad ve hate girtin, hîn wendaye.
Welatiyê Kurd Nezîr Mistefa Çîlo beriya 7 mehan dema tevî hevsera xwe û 4 zarokên xwe ber bi Libnanê bi rêket, li ser sînor ji aliyê hêzên Rêjîma Suryê ve hate girtin û hîn wendaye.
Hevsera Çîlo diyar kir ku ew û Nezîr tevî 4 zarokên xwe ber bi Libnanê bi rê ketibûn û wiha got ''Li ser sînor hêzên rejîma Sûriyeyê hevserê min girtin binçavan û min û zarokên xwe tenê rêya xwe dewam kir'' .
Hevsera Nezîr destnîşan kir Nezîr piştî 3 rojan telefon kir û got ku ew li zindana Humis girtiye û rewşa wî baş e û piştî 7 rojan careke din telefon kir û got ku ew ji zindanê derketiye û ber bi paytextê Libnanê Beyrutê birê ketiye. Hevsera Nezîr dazanîn ku ji wê demê ve wana tu agahî wernegirtiye.
Hevsera Nezîr bang li kesên ku agahiyan li ser hevserê wê bizane kir û xwest bi rêya nemra vê telefonê xeberdar bidin; Tel: 05437253091. Nezîr Mistefa Çîlo di sala 1984 an de li Efrînê jidayik bûye, zewijiye û bavê 4 zarokan e.