Li Kobanê, Girê Spî û Helebê 5 çete hatin kuştin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Kobanê, Girê Spî û Helebê de li gor ên hatine tespîtkirin 5 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Kobanê, Girê Spî û Helebê de li gor ên hatine tespîtkirin 5 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî pevçûnên li Kobanê, Girê Spî û Helebê rû dane daxuyaniyeke nivîskî weşand.
YPG’ê diyar kir ku 7’ê Cotmehê saet derdora 13.00'an de çeteyên DAIŞ’ê li derdora bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin û got: “Hêzên me çeteyên li nêzîkî gundê Mixeyrim êrîş kirin bi awayekî bandor pêşwazî kirin. Di şerên demkurt ên li wê herême de bi qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin, yek jî hat birîndarkirin.
Îro (8’ê Cotmehê) li derdora saet 07.00'an de çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa êrîşek li dar xistin. Hêzên me, komên çete yên dixwestin ji navbera gundên Şergirat û Heşê bikevin qadên di bin serweriye hêzên me de bi awayekî bandor xistin. Piştî destwerdana hêzên me komên çeteyan neçar man ji qadê birevin.”
OPERASYONA LI GIRÊ SPÎ TEMAM BÛ
YPG’ê ragihand ku operasyona piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên şeva 6’ê Cotmehê li Girê Spî hatibûn destpêkirin bi encam bûye û wiha dewam kir: “Di vê operasyonê de bi giştî 2 çete hatine kuştin, hêzên me 3 kleş û 2 raxtê çeteyan bi dest xistin.”
YPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî şer û pevçûnên li herêma Helebê jî wiha got:
“Êrîşên ku di pêşengtiya çeteyên El Nusra de li hember Taxa Şêxmeqsûd a Helebê tên lidarxistin û bersivên hêzên me ya bi bandor berdewam dikin.
Hêzên me duh li hember navendeke çeteyan a li Taxa Bostan Paşa operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de bi qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.”