Li Kerboranê terora polîsan: 10 kes destgîr kirin

Di serdegitinên polîsan ên li ser taxên bejahî yên dikevin navçeya Kerboran a Mêrdînê de 10 kes destgîr kirin.

Duh li gelek taxên Kerboran a Mêrdînê di avêtina ser malan de 10 kes hatin destgîrkirin. Di avêtina ser taxa Îwan, Xelîla, Mişte û Ddîlanê de 10 kes hatin destgîrkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, derbarê 13 kesan biryara girtinê hatiye dayîn. Hat hînbûn ku kesên hatine destgîrkirin birine Mudiriyeta Emniyetê a Mêrdînê. Ji kesên hatin destgîrkirin navê hinan jê ev in: Husamettîn Kaya, Halîl Bozkûrt, Lokman Kaya, Mahmût Kaya û Mûstafa Baran.