Li Kerboran û Dihê 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê yek jê endamê Şaredariyê 4 kes, li navçeya Dihê ya Sêrtê jî kesek hat binçavkirin.

Duh saetên êvarî li navçeya Kerboran a Mêrdînê, tîmên taybet pêşiya wesayîta Rêzan Baran, Xerîbe Gezer û Îsmet Acar tê de dema li navenda sûkê digeriyan girt û wan bin çav kirin. 3 kes birin Midûriyeta Emniyetê. Vê sibê îfadeya Îsmet Acar hate girtin, piştre hate berdan. Rêzan Baran û Xerîbe Gezer hê di bin çavan de ne.
Her wiha xwediyê wesayîtê Endamê Meclîsa Şaredariya Kerboranê ya DBP’ê Mahmût Kiliç jî hate binçavkirin. Hinceta binçavkirina Kiliç, belgeyên plana bajar û îmarê tên nîşandan. Hate diyarkirin ku Kiliç di Komîsyona Îmar a Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de cih digire.
Di serdegirtinên malan ên duh de li Dihê 10 kes hatibûn binçavkirin, 4 kes piştî dozgeriyê serbest hatin berdan. 6 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 6 kesên ku bi “Endamtiya rêxistinê” dihatin sûcdarkirin piştî îfadeyê hatin berdan. Îro di serdegirtinên malan de kesekî bi bi navê Heybet Geçkîn jî hate binçavkirin.