Li Kanadayê konferansa li ser jina Kurd û pirsgirêka Kurd
Li Montreala Kanadayê konferanseke ku li ser pirsgirêka Kurd û têkoşîna jina Kurd hat gotûbêjkirin hat lidarxistin.
Li Montreala Kanadayê konferanseke ku li ser pirsgirêka Kurd û têkoşîna jina Kurd hat gotûbêjkirin hat lidarxistin.
Li St-Laurent College ya Montreala Kanadayê konferanseke bi serenavê “Pirsgirêka Kurd û Jina Kurd” hat lidarxistin. Di konferansê de ku nêzî 50 xwendevan û akademîsyen tevlî bûn, nûnerên Tevgera Jina Kurd a Montrealê, Meclîsa Gelê Kurd û Rojava Solîdarîty axivîn.
Di axaftinan de li ser girîngiya rola jinê ya di Têkoşîna Azadiya Kurd de hat rawestandin, hat destnîşankirin ku şervanên jin ên Kurd ji bo tevahî jinên cîhanê û gelên bindest têkoşîna mirovahiyê raber dike.
Di konferansê de serkeftinên li Rojava û Kobanê hatin bibîrxistin.