Li kampa penaberan drama Kurdên Rojavayî

Li kampa penaberan drama Kurdên Rojavayî

Li kampa seyyar a Hamburgê ji bilî 400 Kurdên Rojava nêzî 30 Êzidî hene. Hemû jî Êzidiyên Şengalê ne. Yên hinekan xwişk û birayên wan hatine qetilkirin yên hinekan jî hê dê û xwişkên wan di destê DAIŞ’ê de ne. Ew jî li navenda Ewropayê bi fikarin. Cih û warekî bi ewletir dixwazin.

Ew yek ji civakên herî qedîm ên Mezotamyayê ne. Di dîrokê de her tim rastî zext û komkujiyan hatine. Ev komkujî wek ferman bi nav kirin. Heta niha 72 caran rastî qirkirinê hatine. Di 3’ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku Êzîdiyan ji holê rakin xwestin fermana 73’an pêk bînin. Ji bo vê Şengal di komkujiyê re derbas kirine. Jin û keçên ciwan revandin. Bi hezaran Êzîdî qetil kirin. Civaka navneteweyî bêdeng e û Êzîdî bêçare ne. 500 hezar Êzîdî li her sê parçeyên Kurdistanê belav bûn. Beşek mezin jî çû Ewropayê.

Êzidiyên li Amedê rastî tehdîda komên Îslamî tên. Yên Ewropayê jî dem bi dem rastî heman pêkanînan tên. Êzîdiyên ji DAIŞ’ê reviyan û hatin Hamburgê, rastî tehdîda sempatîzanên komî Îslamî tên. Malbatên Êzîdî yên ewlehiya canê wan tune dema xwe di kon û konteyniran de derbas dikin.

CIVAKEKE KU LI CÎHANÊ JI XWE RE LI CIH DIGERIN

Nejar Silêman ê 25 salî ji Êzîdiyên Şengalê ye û li kampê dimîne. Karkerê înşaetê ye. Di encama êrîşa Ereban de pismamê xwe winda kiriye. Ew jî ji Şengalê reviyaye û hatiye Elmanyayê. Silêman wiha dibêje; "Beriya ev bûyer pêk bên pirsgirêka me bi Ereban re hebû. Ji ber ku em li sînor dijiyan. Her tim nasnameyên me kontrol dikirin. Dema didîtin em Êzîdî ne heqaret li me dikirin. Rojekê jî êrîşê me kirin. Kurê apê min mir. Ez jî neçar mam bêm Ewropayê.

Nejar Silêman da zanîn ku di êrîşa DAIŞ’ê de jî ji malbata wî gelek kes mirine û wiha got: “Serê xalê min jêkirin. Ji malbata min gelek kes mirin. Gelek jin û mêr niha di destê DAIŞ’ê de ne. Beşek niha li Rojava, beşek li Bakur û beşek jî li Başûr ma. Yên ku ji malbata min mane niha penaber in. Yên li Rojava di kon de dimînin, yên li Başûr li kolanan dimînin. Hikûmet li wan xwedî dernakeve. Rewşa wan ne baş e.”

Silêman da zanîn ku ev 3 meh e li kampê dijî û wiha berdewam kir: “Li vir pirsgirêk mezin in. Em ditirsin ku em bêjin em Êzîdî ne. Kurd û Êzîdî ferq nakin. Pirsgirêk dertên. Jixwe em ji pirsgirêkan reviyan. Heman tiştî em li vir jî dijîn. Min gelek pirsgirêk jiyan. Milê min şikestibû. Ciwan hatin, bela xwe di min dan. Me tacîz dikin. Dema em dimeşin gotinan ji me re dibêjin. Hincetekê dibînin. Em di nava hev de dijîn rêya me dikeve ber hev. Ji ber vê em her tim rastî tacîzan tên.

TEHDÎDA ‘EM Ê SERÊ TE JÊBIKIN’

Xelef Duman yê 26 salî jî bi hevser û du kurê xwe re li kampê dimîne. 14 meh berê ji Şengalê derketine. 9 mehan di rêyan de mane. Duman jî dixwaze zûtirîn demê de ji kampê derkeve. Duman diyar kir ku rastî tacîza Ereban tên. Duman wiha got: “Em ji wan reviyan hatin vir. Em 5 kes di odeyên 2 metreyî de dimînin. Divê du kes li van odeyan bimînin lê em zêde dimînin. Zarokên me naçin dibistanê. Pirsgirêkan derdixin. Zimanê me Kurdî ye, wergervan nadin me. Tu çareya me nîne. Hemû bi rih in. Di tariyê de em newêrin derkevin derve. Bi êvaran ji me re tiştek lazim be, em neçar in li benda sibê bimînin. Afgan, Ereb û Çeçen hene. Piranî DAIŞ'î ne. Wê rojê ez li derveyî kampê girtim. Gotin em ê serê te jêbikin. Min ji polîsan re got. Lê polîsan got tiştek tune.

Polîs hatin ew birin. Rojek din berdan. Gotin ger tiştek bibe li me bigerin. Polîs jî tiştekî nakin.

Hevsera Duman, Buşra jî got pismamê wê li Şengalê hatiye qetilkirin û got: “Li vir jî huzura me tune. Zarokên me her tim nexweşin. Em di konan de dijîn. Doktor tune. Em di nava qirêjiyê de dijîn. Em dixwazin ji vir derkevin.

ELMANYA ME TESLÎMÊ YÊN BU RIH DIKE

Nemsa Ferhed Hec jî ev 5 mehe li kampê ye. Bi hevser û zarokên xwe re. Nemse Ferhed Hec diyar kir ku ji roja ku hatine her tim rastî zextan tên û wiha got: “Em li sînor bi Ereban re diman. Her tim heqaret li me dikirin. Em jî hatin. Di 3’ê Tebaxê de li Şengalê komkujî çêbû. Birayê min, dayika min û 4 apê min di destê DAIŞ’ê de ne. Jinan di telefonê de axivî. Lê agahî ji mêran tune. Ji malbatê yên din li Başûr dimînin. Li konan dijîn. Em jî li vir di nava tirsê de dijîn. Em wek dîlgirtiyan e. Me zanibûya em ê nehatibana. Xwezî em jî bi xizmên xwe re li Şengalê bimirana. Em li vir teslîmî yên bi rih kirine.

LI SER ÊZIDIYAN ZEXT HENE

Hesen Osê yê 29 salî yê ji Rojava ev 3 meh e li kampê ye û got: “Kurd li kampê zehmetiyên mezin dikişînin.Em bi zextên Afgan, Çeçen û Ereban re rû bi rû ne. Ev bi çavan tê dİîtin. Êzîdî nikarin dengê xwe bikin. Ji civakê direvin. Dem bi dem ji me jî direvin. Em bi zorê bi wan re sohbetê dikin.

Me ji wan re got, ji bo me Êzidî, Elewî, Asurî-Suryanî ferq nake. Em hemû Kurdistanî ne. Li kampê nêzî 400 Kurd hene. Me got ger em li vir kes nikare belaya xwe li Êzidiyan bixe.”

TIŞTÊN LI KAMPÊ TÊN JIYÎN LI DIJ QANÛNAN E

Parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemîr bertekên tund nîşanî şert û mercên li kampê da û diyar kir ku pêkanînên li kampê li gorî qanûnên federal sûc e û got êw bikevin nava hewldanên hiqûqî.

Cansu Ozdemîr bi lêv kir ku yekane berpirsê tiştên îro li kampê tên jiyîn desthilatdariya Hamburgê yanî SPD ye û wiha got: “4 sal berê hatina penaberan destpê kir. Me wê demê jî pêşniyar kir. Bila niha jî tedbîr bên girtin. Lê guhdar nekirin. Tedbîr negirtin. Piştî pevçûnên Rojhilata Navîn nêzî 500 penaber hatin. Hemû kamp tijî bûn.

Ozdemîr diyar kir ku li kampê ji hezarî zêdetir kes di kon û konteyniran de dijîn û got paqijî tune û pirsgirêkên tenduristiyê tên jiyîn.

Ozdemîr di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ji bo çarseriya pirsgirêka penaberan meclîs bikeve nava tevgerê û planeke demdirêj bê kirin.