Li Kadikoyê mitînga PSAKD’ê destpê kir

Li Kadikoyê mitînga PSAKD’ê destpê kir

Mitînga ku Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal ji bo bîranîna Elewiyên di Komkujiya Sêwasê a 2’ê Tirmehê de durist kirî, li Qada Kadikoyê destpê kir.

Li herêma Kursuyê dowîzên “Me ji bîr nekir, em ji bîrnakin”, “Ji bo Otela Madimak bibe muze,  ew dê 2’ê Tirmehê li Sêwasê bin” daliqandin.

Elewî û dostên wan ji Haydarpaşa û Sogutluçeşmeyê ketin qadê.

Ji aliyê Haydarpaşayê di nav de komên TOPG, Alinterî, Çagri, Tevgera Şoreşger, Tevgera Hertim Şoreş, Ciwanên Hisarustu heyî ketin qadê. Qismek mezin yê beşdarvana jî serbixwe ketin qadê.

Ji aliyê Sogutluçeşmeyê jî PSAKD, ESP, BDP, SDP û TKP partiyên siyasî û komele meşiyan.

Pankartên “Bila waneya olî ya neçarî rabe”, “Ji baweriyê re hurmet, ji fikrê re azadî” hatin vekirin.

Yek ji sloganên bingehîn ên berxwedana Taksîmê “Ev hêjan destpêke, tekoşîn dê bidome” bê navber qîr kirin.

Alên Tirkan û posterên Mustefa Kemal li qadê balkişandin.

Ji Sêwas, Erzîngan, Meletî, Tokat û Amasyayê komele û cemxane jî tevlî bûn.

Di qada ku bertekek mezin nîşanî Hikumet û Serokwezîrê Tirk Erdogan dan, biberdewam girse kom dibe.