Li Japonyayê piştgirî ji Amedê re hat dayîn
Kurdistaniyên li paytext Tokyoyê dijîn, binçavkirina Kişanak û Anli protesto kirin û berxwedana gel silav kirin.
Kurdistaniyên li paytext Tokyoyê dijîn, binçavkirina Kişanak û Anli protesto kirin û berxwedana gel silav kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Japonya Tokyoyê dijîn, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kirin.
Çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tİrk pêk hat.
Li vê derê daxuyaniyek hat xwendin û hat gotin, "Di şexsê Gultan Kişanak û Firat Anli de dest li vîna gelê Kurd hatiye werdan. Hevşaredarên li Kurdistanê ji ber ku Kurd in, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd diparêzin û polîtîkayên mêtînger qirkirinê yên AKP'ê qebûl nakin, hatine girtin. Ev êrîş ne li dijî nêrîn an jî tevgere siyasî ya Kurd e. Ev êrîş li dijî tevahiya Kurdan e. L idijî hebûn, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd hatiye kirin."
'SERKETIN WÊ YA GEL BE'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelê Kurd heta niha xwedî li vîna xwe derketiye û hat destnîşankirin, ku gel wê bi geşkirina berxwedanê êrîşan pûç bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Lazim e her kes zanibe; gelê Kurd serî netewand û wê serî netewîne. Li dijî faşîzmê wê gelên me yên berxwedêr bi ser bikeve."