Li Îzmîrê serdegirtina malên endamên ESP'ê
Li Îzmîrê serdegirtina malên endamên ESP'ê
Li Îzmîrê serdegirtina malên endamên ESP'ê
Piştî Stenbolê, li Îzmîrê jî polêsan bi hinceta tevlî çalakiyên piştgiriya berxwedana Taksîmê bûne, avêtin ser malên endamên ESP'ê û gelek kes kirin binçavan.
Polêsan îro danê sibê avêtin ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) yên li Îzmîre.
Hat ragihandin, ji ber serdegirtinê gelek kes hatine binçavkirin.
Navên binçavkiriyên ESP'î yên hatin zanîn ev in: "Gîzem Turkmen, Mehmet Polat, Ridvan Coşkûn, Sercan Ustundaş, Koksal Yerdût, Seyithan Korkmaz û Seda Baykan."