Li Îzmîrê konsera bi heybet a NÇM'ê

Li Îzmîrê konsera bi heybet a NÇM'ê

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi dirûşma ‘Huner lêgerîna heqîqetê ye’ konsera herî bi heybet a salên dawî li dar xist.

Konsera ku li Şanogeriya Amfî ya Fûara Açikhava pêk hat, parlementera BDP’ê Sebahat Tuncel, rêveberên bajêr û navçeyan yên BDP’ê, malbatên şehîd û girtiyan jî di nav de bi hezaran kes lê amade bûn. Çar aliyên qada konserê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdên PKK’ê hate xemlandin. Alên PKK, KCK û bi pankartên ‘Ji Îzmîrê ji bo Rêber Apo hezar silav’, ‘Em çanda wekhev a demokrat li gel xweseriya demokratîk ava bikin’, ‘Huner vedigere heqîqeta xwe, tu jî vegere Gundê xwe, axa xwe, dayika xwe, dîroka xwe” hatin vekirin. Di konserê de li ser hev dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, Bijî YPG’ û ‘Qatil El Nusra û hevalbendê wê AKP’ hatin qîrîn.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê, hunermenda NÇM Leyla Akcan piştî axaftina vekirinê kir, di konserê de yekem Koma muzîkê ya NÇM Berxwedan derket ser dikê. Konserê bi stranên hunermendên NÇM’ê Zelal Gokçe û Koma Bajar dewam kir. Piştre parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel axivî.

Piştî axaftinê meclîsa ciwanan ya BDP’a Îzmîrê, dîmena slayt ya ku ji axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan kirî de pêk dihat, nîşan da. Bi hezaran kesên ku li vir bûn axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji piyan de guhdarî kirin. Bi destpêkirina axaftinê re bi deqeyan çepik hatin lêdan, tililî û durûşma ‘Bijî serok Apo’ hatin qîrîn.

Di dawiya konserê de Seyda Perînçek derket ser dikê, bi durûşmên ‘Bijî serok Apo, ‘PKK gele, gel li vire’ û piştî ku girseyê bi hev re ‘Çerxa Şoreşê’ got konser bi dawî bû.