Li Îzmîrê ji endamên Tum Bel-Senê hat xwestin ku îfadeyê bidin

Rêveberên Tum Bel-Senê Farûk Vergîlî, Ozer Kaysavûk û Ûlûs Bozkir, bi hinceta ku tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Enqereyê bûne, ji wan hat xwestin ku îfadeyê bidin.

Tum Bel-Senê li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku di lêpirsîna komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê de ku 102 kedkaran jiyana xwe ji dest dan, ti gav nehatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kesên qurbaniyan bibîr tînin dikevin ber lêpirsînê. Ev yek di wijdanê civakê de rê li ber birînan vedike. Weke KESK û Tum Bel-Senê em careke din bibîr dixînin; heta ku hesabû qurbaniyan li pêşberî hiqûqê bipirsin, em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."