Li Îzmîrê ji 14 kesên veguhestin dadgehê 13 jê hatin girtin

Li Îzmîrê ji 14 kesên veguhestin dadgehê 13 jê hatin girtin

Ji 14 kesên ku rojên borî li Îzmîrê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin û duh veguhestin dadgehê 13 jê hatin girtin û şandin girtîgehê.

Ji bo piştgirîdayîna berxwedana Parka Gezî konên ku li Qada Gundogdu ya Îzmîrê hatibûn vedan û rasta êrîşa polîsan hatibûn, di encamê de 46 kes hatibûn binçavkirin. Ji 46 kesên binçavkirî duh 32 kes ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatibûn berdan 14 kes jî bidaxwaza girtinê veguhestibûn dadgehê.

Ji 14 kesên duh veguhestin dadgehê jî 13 jê hatin girtin û kesek jî serbest hate berdan.