Li Îzmîrê gule li malên Kurdan hatin reşandin
Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê kesên di wesayîteke bi tîpa Fiat Doblo ya bi plaqeya 45 SC 317 ve hatiye kirin. Di êrîşê de bi şensê tiştek bi kesî nehat.
Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê kesên di wesayîteke bi tîpa Fiat Doblo ya bi plaqeya 45 SC 317 ve hatiye kirin. Di êrîşê de bi şensê tiştek bi kesî nehat.
Li taxa Yamanlar a navçeya Îzmîr Bayrakliyê, kesên nasname nediyar duh bi şev gule li 4 malên Kurdan reşandin. Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê kesên di wesayîteke bi tîpa Fiat Doblo ya bi plaqeya 45 SC 317 ve hatiye kirin. Di êrîşê de bi şensê tiştek bi kesî nehat.
Avahiyên hejmar 213, 215, 217 û 219 ku malbatên Kurd lê dijîn, duh bi şev rastî êrîşa bi çekê lûledirêj hat. Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehat. Wesayîta ku êrîşkar di nav de bûn piştî êrîşê bi lez û bez ji taxê reviya.
Li gorî agahiyên şêniyên taxê, êrîş ji wesaîta tîpa Fîat Dobla ya bi plaqa 45 SC 317 hate kirin.
Piştî êrîşê malbatên Kurd daketin kolanan. Heta niha êrîşkar nehatine girtin.