Li Îzmîrê girtin hatin protestokirin

Li Îzmîrê girtin hatin protestokirin

Li Îzmîrê ji bo 13 kesên li Qada Gundogdu di êrîşa polîsan de hatin binçavkirin û şevê din ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Endamên DHF, Kaldiraç û Partîzan ên li ber Konak YKM’ê hatin gel hevdu pankarta “Girtin me naçewisîne” vekirin û heya ber Sumerbanka Kevin meşiyan. Girseya ku timûtim dirûşmayên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne”, “Silav ji Taksîmê re  berxwedan berdewam e”,   “Polîsên kujer wê hesab bidin” qîr kirin, li ber Sumerbanka Kevin daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Endama Partîzan  Sînem Ozkan a daxuyanî da destnîşan kir ku di serdegirtinên di 20’ê Hezîranê ji aliyê polîsan pêk hatin de dewletê qanûnên xwe jî binpê kiriye û wiha berdewam kir: "Bi awayekî kêfî, bi dadgeheke sembolîk a biryara wê berê hatiye diyarkirin 1 endamê Partîzan,  7 endamên Kaldiraç û 5 endamên DHF’ê hatine girtin.”

Ozkan di daxuyaniya xwe de ku peyama bilindkirina têkoşînê da, xwest hevalên wan ên girtî werin berdan.  

Di 20’ê Hezîranê de li Gundogdu di encama serdegirtina polîsan de 46 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 32 kes piştî dozger îfadeya wan girtibû hatibûn berdan, ji 14 kesên ku endamê DHF, Kaldiraç û Partîzan bûn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin û ji wan 13 kes şandibûn girtîgehê.