Li Îzmîrê 11 sosyalîst hatin berdan
Li Îzmîrê endamên ESP, HDP û SGD’ê yên ji ber 1’ê Gulanê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li Îzmîrê endamên ESP, HDP û SGD’ê yên ji ber 1’ê Gulanê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
11 sosyalîstên endamên ESP, HDP û SGD’ê yên duh di serdegirtinên malan de ji ber mîtînga 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Rêveberê Bajêr ê HDP’ê Seyîthan Korkmaz, endamê BTS’ê Îbrahîm Tuna, rêveberê HDP’ê yê Narlidere Nevzat Alkan, endamên ESP’ê Suleyman Goksel Yerdut, Îslam Arpat û Ugur Kayaci, endamên SGD’ê Mehmet Polat, Ridvan Coşkun û Devrîm Gunduz û endamên LOB’ê Utkan Kafadar û Sedat Can Goktaş îro ji edliyeyê hatin sewqkirin.
11 sosyalîstên li dozgeriyê îfade dan hatin berdan.