Li Îzmîrê 11 berxwedêr hatin girtin

Li Îzmîrê 11 berxwedêr hatin girtin

Li Îzmîrê ji 13 kesên ku bihinceta piştgirî dane berxwedana Taksîmê hatibûn binçavkirin, 11 jê hatin girtin.

2 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan, 11 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî biryara girtina 11 kesan da.

Navê berxwedêrên hatine girtin wiha ne: “Serokê Şaxa Tekstîl-Sen a Îzmîrê Seyîthan Korkmaz, Hevseroka ESP’a Îzmîrê Pinar Turk, Sercan Ustundaş, Suleyman Goksel Yerdut, Mehmet Polat, Gîzem Turkmen, Gorkem Ozer, Bariş Bulut, Muslum Guvendir, Alî Hîzmetçî û Emre Kaplan.