Yekîneya Tolhildanê daxuyaniyeke niviskî da û got, ''16'ê Cotmehê êvarkî li navçeya Karabag a Izmîrê 2 çalakiyên karîger hatin kirin.''
Hate gotin çalakiyek ji van li taxa Peker a navçeya Karabaglar a Izmîrê ya li dijî fabrîkayeke ku ya 'faşîstekî AKP'yî' ye hatiye kirin. Li gorî Yekîneya Tolhildanê di çalakiya sabotajê de ziyaneke mezin gihaşte depoya fabrîkayê.
Her wiha hate diyarkirin li eynî navçeyê li taxa Uzundere trafoya elektrîkê bûye hedef, trafo hatiye şewitandin û rûxandin.
Komeke dî ya ku ji xwe re ''Zarokên Êgir'' gotî, got, ''16'ê Cotmehê êvarkî li navçeya Yenîce ya Karabûkê li dijî Fabrîkaya Sinayiyê ya Berên Daristanî me çalakiyek kiriye.''
Hate ragihandin di encama çalakiyê de teqînên mezin çêbûne û fabrîka bûye xwelî.
Di eynî daxuyaniyê de hate goitn, ''16'ê Cotmehê êvarkî li taxa Yukari Duldullu a navçeya Umraniyê ya Stenbolê li dijî atolyeya mobilyayan bi çalakiya ku me kirî atolye hate şewitandin û îmhakirin.''