Li Îtalyayê meşa ji bo Ocalan
Li bajarê Bolzano yê Îtalyayê, Îtalyanî û Kurdistanî meşiyan û xwestin, tecrîda li ser Ocalan were rakirin.
Li bajarê Bolzano yê Îtalyayê, Îtalyanî û Kurdistanî meşiyan û xwestin, tecrîda li ser Ocalan were rakirin.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, em zordariya Tirkiyeyê bisekinînin" hilgirtin û dirûşmên ji bo Ocalan qîriyan.
Di axaftinên li vê derê de hat xwestin, tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û azad bibe.
Çalakgerên ku ji meydana Stasyonê heta meydana Adrîano meşiyan, bi qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.