Li Îtalyayê lehî: 14 kes mirin

Li Îtalyayê lehî: 14 kes mirin

Bablîsoka li girava Sardînya ya navenda turîzmê bû ya li peravên Akdenîzê ya Îtalyayê, xist lehî rabû û 14 kes mirin.

Serokê herêmê Ugo Cappelllaccî, ji kanala SkyTG24  re axivî û diyar kir ku di felaketa lehiyê ya ku pêk hatiye de 14 kes mirine. Her wiha diyar kir ku du kesên ji Brezîlyayê û malbateke ji du zarokan pêk dihat di daîreya avahiyê de xeniqîne.

Hinek pir hilweşiyan, gelek wesayît bi avêde çûn. Leza ba, di saetê de 125 km bû. Herî zêde barê Olbîa zirar dît. Lehiya li bajar xist, her tişt bixwe re bir.

Li her sê kesên mirine, ji malbatekê ne. Her wiha hat hînbû ku riya derbasbûnê ya jor jî hilweşiyaye û dema hilweşiyaye kesên li ser bûn jî jiyana xwe ji dest dane.