Li Îtalyayê krîza Berlûsconî
Li Îtalyayê krîza Berlûsconî
Li Îtalyayê krîza Berlûsconî
Li Îtalyayê bi îstifaya 5 wezîrên hikûmetê yên endamên partiya Sîlvîo Berlûsconî PDL, ku hevparê koalîsyonê ye, krîza hikûmetê rû da. Sedema krîze jî, astengekirina dengdana ji bo hilbijartina senato'yê ya Berlûsconî ye, ku Berlûsconî ji revandina bacê mehkûm bûbû.
Serokwezîrê Îtalyayê Enrîco Letta vekişîna 5 wezîran ji hikûmetê weke "tewşik û bê berpirsyarî" bi nav kir. Letta di peyama xwe ya li twîtterê de ji bûyerê Berlûsconî berpirsyar girt û got, "Berlûsconî yê lîstikê xera dike ye. Bila Îtalî pê nexapin."
Bi awayekî fermî wezîran sedema îstifaya xwe weke, lihevnekirina li ser zêdebûna baca bi nirxê lêzêdekirî (KDV) nîşan dan.
Lê belê Serokwezîr Letta di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Pêwendiya vê bi berjewendiyên şexsî yên Berlûsconî heye" û diyar kir ku ew bawer dike, dê gelê Îtalyayê ji ber vê nêzîkatiyê Berlûsconî ceza bike.
Berlûsconî beriya niha gefa xistina hikûmetê xwaribû ku eger dest li senatoriya wî bê dayîn. Dijberên Berlûsconî dixwazin, ji ber mehkûmiyeta ji revandina bacê, dawî li senatoriya Berlûsconî bê anîn. Dengdana li ser senatoriya Berlûsconî wê di 4'ê Cotmehê de bê kirin.
HILBIJARTINA PÊŞWEXT DI ROJEVÊ DE YE
Tê payîn, Serokwezîr Letta li dû îstifayan têkeve nava hewldanên rizgarkirina hikûmetê. Namzetê yekane yê dikare hikûmetê rizgar bike jî Tevgera Pênc Stêrk a bi lîderiya komedyen Beppe Grîllo tê nîşandan. Eger bi Grîllo re li hev kirin were kirin, tê payîn di Mijdara 2013 an jî di Sibata 2014'an de hilbijartinên pêşwext werin kirin.