Li Iraqê ji bo serokkomariyê di 2’ê Cotmehê de wê deng bê dayîn
Parlementoya Iraqê dengdayîna ji bo serokkomariyê ew ê di 2’ê Cotmehê de bike.
Parlementoya Iraqê dengdayîna ji bo serokkomariyê ew ê di 2’ê Cotmehê de bike.
Parlementoya Iraqê îro bi tevlêbûna 226 parlementeran civiya û biryar da ku dengdayîna ji bo serokkomariyê di 2’ê Cotmehê de ew ê were kirin.
Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî diyar kir ku 31 kesan serî li namzetiya serokkomariyê dane û namzetiya 7 kesan hatiye qebûlkirin.
Ev kes namzetiya wan hatiye qebûlkirin: Berhem Salih, Fûad Hisên, Sirwe Ebdulwehîd, Serdar Ebdulla, Kemal Qeytûl, Ebdulletîf Reşîd, Selîm Hemze Şûşkeyî.