Li Iraqê, du êrîş li dawetekê hatin kirin: 23 kes mirin
Li cihekî nêzî bajarê Tîkrît ê Iraqê, di dema dawetekê de du êrîşên xwekujî hatin kirin. Hat ragihandin, ji ber van êrîşan herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li cihekî nêzî bajarê Tîkrît ê Iraqê, di dema dawetekê de du êrîşên xwekujî hatin kirin. Hat ragihandin, ji ber van êrîşan herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên ji rayedarên herêmî hatin girtin, li gundê Hacac ê bi 20 kîlometreyan li bakurê Tîkrîtê ye, du teqînên dijwar rû dan.
Ji ber vê teqînê herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Hê ti rêxistinê ev êrîş negirtiye ser xwe. rayedar dibêjin, teqîn dibe ku ji ber êrîşa xwekujî be.