Li Iraqê 12 kes hatin darvekirin

Li Iraqê 12 kes hatin darvekirin

12 kesên ji ber ku tevli êrîşên Iraqê bibûn hatin darvekirin.

Roja duşemê di malpera înternetê ya Naharnetê de nûnerê wezareta Dadê yê Iraqê diyar kir ku darvekirinên mijara gotinê ne roja duşemê pêk hatine. Hat hînbûn ku 12 kesê hatine darvekirin welatiyên Iraqê bûne.

Îsal li Iraqê bi giştî 144 kes hatin darvekirin. Li gorî îstatîstîkan, bi biryarên darvekirinê yên dadgehên Iraqê derdikevin re kesên tişînin mirinê hejmara wan bi xof e. Di sala 2010’an de 18 kes, di 2011’an de 67 kes, di 2012’an de 123 kes hatin darvekirin.

Komîsertiya Bilind ya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî di meha mijdara borî de diyar kiribû ku bila hikûmeta Iraqê hemû biryarên darvekirinê rawestine.