Li Imraliyê korsaniya desthilatê didome

Desthilata Tirk ku destûr û yasayên xwe binpê dike, li Imraliyêh hemû normên hiqûq, mirov û sincî rakirî, vê korsaniya xwe rê nade ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ti danûstandinê bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi roleke aktîf a DYE û NATO'yê 15'ê Sibata 1999'an teslîmî Tirkiyê hate kirin, Ocalan ev 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê li Girtîgeha Tîpa F'yê tê tecrîdkirin. Bersiveke baş nadin serlêdanên parêzer, malbat û wasiyan ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Imraliyê. Piştî 25'ê Adarê ku hiştin Rêberê Gelê Kurd bi Mehmet Ocalan re 5 deqeyan biaxive, ti têkiliyeke nehatiye dayin û her wiha ti agahî nayê dayin.

Tecrîda li ser Ocalan ku gelek caran tê astengkirin ku parêzerên xwe re bibîne, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tê girankirin. Piştî 8 salan, 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an parêzerê xwe re dît. Ji sala 1999'an vir ve ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin hezr û 819 caran serlêdan hate kirin. Ji van serlêdanan 442 jê  hatin qebûlkirin, 1,377 jê nehatin qebûlkirin. Li gel ku bi tevahî 89 serlêdan sala 2020'an de hatine kirin, ti bersivek nedana wan. 29 serlêdan bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin. Îsal jî, heta niha (28’ê Tebaxê) 125 serlêdan hatine kirin, 19 serlêdanên ku heta 12'ê Adarê hatine kirin bi hinceta "biryara dadgehê" hatine redkirin. Heta 12'ê Adarê parêzer jî heftiyê du caran serlêdan kirin lê piştî hin parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên têkilî tendiristiya Ocalan parêzeran nav hefteyê her roj serlêdan kirin. Ti bersivek ji bo van serlêdanan nehate dayin. Parêzeran Çile 7, Sibatê 8, Adarê 15, Nîsanê 20, Gulanê 18, Hezîranê 2, Tîrmehê 17, Tebaxê 18 serlêdan kirin. Girtên PKK'ê û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirk ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin ev 275 roj in grêva birçîbûnê ya domdar-dorveger dikin. Çalakiya ku serê 5 rojan bû piştî 14'ê Tîrmehê girtiyan veguheran ser 15 rojan, çalakiya koma 50'î ya girtiyan didome. Her wiha bi vê armancê li Komeleya Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê ev 254, li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstan ev 237 roj in grêva birçîbûnê didome. Desthilata Tirk li ber grêvên birçîbûnê xwe kerr û kor dike.

Nayê hiştin ku Ocalan û girtiyên din ên Imraliyê Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar parêzer û malbatên xwe bibînin, mafê telefon, name, faks û ti amûrên din agahdar bibin. Li gorî Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ev rewş ji binpêkirina mafekî an gelek mafan tê maneya 'êşkenceya sîstematîk'.

Sala 2019'an Ocalan kêm jî be karîbû parêzer û malbata xwe bibîne, raman û dîtinên xwe gihaşte ber destê raya giştî. Grêvên birçîbûnê û zexta civakî kiribû ku tecrîda li Imraliyê hate bi astekê bişke.  Di vê pêvajoyê de biryara dadgehê ku weke astengiya li pêş hevdîtina bi malbat û parêzeran re dihate nîşandan, hae rakirin, her wiha Wezîrê Dadê gotibû ti asteng tine ku parêzer û malbata xwe bibîne. Vê demê CPT'yê serlêdan kir.

Ocalan sala 2019'an di 5 hevdîtinan de ên bi parêzer û malbatê re, careke dî hêza xwe ya çareseriyê ya ji bo meseleya Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn danî holê. Lê piştî hevdîtina bi parêzeran re a 7'ê Tebaxa 2019'an û hevdîtina malbatê ya 11'ê Tebaxa 2019'an ti derfetê ragihandinê çênebûn.

Piştî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara pêşî 12'ê Îlona 2012'an li hemû girtîgehan çalakiya grêva birçîbûnê hate kirin. Çalakiyê 68 rojan domand û bi banga Ocalan qediya.  Piştî çalakiyê 3'yê Çileya 2013'an wekîlên DBP'ê Ahmet Turk û Ayla Akat Ata çûne Girava Imraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî vê hevd^tiina pêşî şandeya HDP'ê û dewletê heta 5'ê Nîsana 2015'an bi navê 'pêvajoya diyalogê' çûne Imraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Piştî 5'ê Nîsana 2015'an ku pêvajoya diyalogê qediyayî û tecîr hate girtin, ji bo ku bi 15'ê Tîrmehê re pevketina navxweyî ya dewletê li nav raya giştî fikar zêde kirin 50 siyasetmedarên Kurd bi daxwaza ,'' Abdullah Ocalan re hevdîtin'' were kirin 5'ê Îlonê li Rêxistina Bajêr a Amedê ya DBP'ê grêva birçîbûnê dane destpêkirin. Piştî çalakiyê Mehmed Ocalan 11'ê Îlona 2016'an çû Girava Imraliyê. Piştî hevdîtinê 50 siyasetmedarên Kurd di roja 8'an de çalakî qedandin.

8'ê Mijdara 2018'an ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî girankirin Hevseroka KCD'ê û Wekîla Colemergê ya HDP'ê Leyla Guven jî di nav de, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê grêva birçîbûnê ya bêdem û bêveger hate destpêkirin. Piştî Guven 16'ê Kanûnê û 1'ê Adarê çalakî li hemû girtîgehan berbelav bû. Li Hewlêrê endamê HDP'ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasboûrgê 14 kes, li Gallerê Îmam Şîş û li navçeya Kelarê ya Germiyanê jî Herêm Mexmd ketin grêva birçîbûnê.

Wekîlên HDP'ê Dersim Dag, Tayyîp Temel, Murat Sarisaç jî tevlî grêva birçîbûnê ya 3'yê Adara 2019'an a li avahiya Rêxistinê ya Bajêr a Amedê bû. Piştî ku daxwazên wan nehatin bicihanîn li girtîgehên cuda 15 girtiyan bi eynî daxwazê 30'yê Nîsana 2019'an rojiya mirinê dane destpêkirin. Her wiha li girtîgehên cuda 15 girtiyên din 10'ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kirin. Ugur Şakar 20'ê Sibatê li bajarê Krefeldê ya Elmanyayê li ber dadgehê xwe şewitand, li nexweşiya ku lê tedawî dib3u 22'yê Adare jiyana xwe ji dest da. Li girîgehan jî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek, Mahsûm Pamay di navbeyna 17'ê Adarê û 5'ê Nîsanê de şehîd bûn.

Piştî çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven destpê kirî û 200 rojî domandî parêzerên Ocalan piştî bi 8 salan, 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an miwekîlên xwe dîtin û li ser banga Ocalan 26'ê Gulanê grêva birçîbûnê û rojiya mirinê bidawî bû.

Sala 2020’an têkiliya Girtigeha Imraliyê 3'yê Adarê bi serdana malbatê û 27'ê Nîsanê bi hevdîtina telefonê çêbû. Ev hevdîtin jî weke yên berê bi şertên derasayî û bi zexta raya giştî çêbûn. Hevdîtina malbatê piştî nûçeya ku 27'ê Sibatê li Imraliyê şewat derkeiye û ya 27'ê Nîsanê jî piştî 21 salan ji bo hêla koronayê pêk hat.

CPT'yê navbeyna 6-17'ê Guanê bi çarçoveya serdana girtîgehên Tirk serdana Girtîgeha Imraliyê jî kir. Piştre 5'ê Tebaxa 2020'an rapora xwe par vek ir. CPT'yê bi rengekî berbiçav danî holê pergala Imraliyê û tecrîd ku mirovn ikare qebûl bike didome. Di raporê de wiha hate gotin: ''Di encamê de hemû girtî di hûcreyên xwe de têne tecrîdkirin (dawiya heftiyê orjê 24 saetan, tevahiya heftiyê 168-159 saetan)'' Li gorî CPT'yê ev rewş nayê qebûlkirin.

CPT di rapora xwe de bang li saziyên Tirk dike ku li ber ronkahiya rêgezên paragrafa 82 û 83'an a rapora têkilî serdana 2013'an rejîma girtîbûnê ji bo girtiyên ku cezayê girankirî yên miebetê nûjen bike û dixwaze ku mewzûat were guherandin, her wiha bang li saziyên berpris ên Tirk dike girtên li Girtîgeha Imraliyê heke bixwazin bikaribin malbat û parêzerên xwe bibînin û dawî li qedexeya serdana malbatê ya bi sedema 'disîplîn'ê were, CPT her wiha ji saziyên Tirk dixwaze derheqê serdanên malbat û parêzeran a ji bo girtiyên Imraliyê her meh daxuyaniyê bide.

Tirkiyê bi qedexeyeke nû bersiv da rapora CPT'yê. Hevdîtinên bi parêzeran de li Girtîgeha Imraliyê di serlêdana 19'ê Nîsana 2019’an de biryara qedexekirina fermî hincet hate nîşandan û astengkirin û tecrîd hate girankirin.

Parêzeran ji bo hevdîtian rûbirû û telefonê gelek serlêdan kirin, her wiha serî li Dadgeha Destûra Bingehîn Tirk û bi daxwaza tevdîrê li DMME'yê dan lê hate redkirin.

Di van şertan de ku derfetên têkilîdanînê kêm bûn sala 2020'an ji bo nameyan gelek hewldan çêbûn lê di vê jî problemên giran derketin, di demên cuda de parêzeran name şandin, aqûbeta 20 nameyî çiye nayê zanîn.  Her wiha  nayê hştin ku ji Girtîgeha Imraliyê jî name biçe derve.

Ji parêzerên Ocalan Ibrahîm Bîlmez diyar kir Girtîgeha Imraliyê bi temamî çavikeke reş û tarî ya hiqûqî ye û got, ''Domdariya tecrîda mitleq ku ji hêla fizîkî ve bi asta herî zêde tê kirin, tê xwestin ku tecrîda hiqûqî ya ku danîne holê were pêkanîn.''

Bîlmez bal kiaşnde ser hêla navnetewî ya tecrîdê û got, ''Ne tenê li mercîyên xwecih her wiha bi asta daraz bilind û mekanîzmayên kontorolê jî li erdê tê hiştin an jî ev pergala derî hiqûq bê kontrol tê hiştin. Ev alî jî nîşan dide ku pergala tecrîdê ya li Imraiyê weke qadeke derî hiqûq bi çarçoweya konsepteke navnetwî pêk tê.''

Bîlmez têkilî rewşa taybet Imraliyê wiha got: ''Girtîgeha Imraliyê bi kirinên xwe yên ku mînakên xwe nînin, statûya resenî xwe didomîne. Sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Imraliyê, ne tenê ji aliyê pergala huqûqî ya Tirk ve, her wiha ji pêkanînên neqanûnî yên pergala hiqûqa navneteweyî jî pêk tê. Tirkiye ya ku bi peymanan pêgriê Konseya Ewropayê ye, ji ber ku biryar û raporên DMME'yê û CPT'yê, ku mekanîzmayên Konseya Ewropayê ne, tine dihesibîne, ev dikeve ber berpirsyariya Konseya Ewropayê ye.''

*Ji Maî ANF û raporên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê hatiye berhevkirin.