Li Îdir, Îzmîr û Bismilê 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin

Li Îdirê di serdegirtinên danê vê sibehê yên li malan de, rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.

Polîsên TEM ên Tirk danê vê sibehê li gelek taxên Îdirê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de endamên Meclîsa Şaredariya Îdirê Mehmet Kîtîr û Ahmet Karaca, rêveberên HDP'ê yên Bajêr Emîne Kartal, Mehmet Yalbakan, Mehmet Demîr û rêvebera DBP'ê ya Bajêr Emîne Kartal, tevî welatiyên bi navê Mehmet Salîh Ozturk, Sûzan Namkûlî, Hulya Namkûlî û Mûrat Namkûlî hatin binçavkirin.

Welatiyên ku nehat zanîn ji ber çi hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê.

Li Bismilê jî di serdegirtinên malan de rêveberê DBP'ê yê navçeyê Felemez Bûlût û Mesût Çapraz hatin binçavkirin. Piştî ragirtina li emniyetê Bûlût û Çapraz sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li navçeya Îzmîr Karabaglarê jî 2 zarok ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li kolaneke Eskîçamlik a navçeya Karabaglarê, zarokên kêmî 18 salî M.D. û M.S. dema bi hev re dimeşiyan ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û bi lêdanê hatin binçavkirin. Her du zarok birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Konakê.