Li Hîzanê ji bo girtiyên nexweş azadî hat xwestin

Li Hîzanê ji bo girtiyên nexweş azadî hat xwestin

Rêxistina BDP’a Navçeya Hîzanê diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş her roja diçe xerabtir dibe, di rewşa ne berdana wan de wê derketina darbestan ji girtîgehan berdewam bike.

Rêxistina BDP’a Navçeya Hîzanê ji bo ku girtiyên nexweş yên li gîrtîgehan bên berdan li pêş bînaya partiyê daxuyaniyek pêk anîn. Di daxuyaniyê de gelek welatî beşdar bibûn ewlehiya zêde a polîdan bal kişand. Daxuyanî ji aliyê Serokê BDP’a Navçê Mehmet Siddik Kaplan ve hat dayîn. Kaplan bal kişande ser rewşa girtiyan ku her diçe xerab dibe û wiha got: “Heya ku Hikûmeta AKP’ê vê rewşê ji nedîtinê de berdewam bike wê derketina darbestan ji girtîgehan berdewam bike. Pêwiste êdî rastiya vê rewşê bê dîtin. Li ber çavan çûyîna mirinê a mirovên xwe nikarîn bi pejirînîn.”