Li Hindistanê dema mûsonê: Herî kêm 107 kes mirin

Di demsala mûsonê de ya li Hindistanê, tenê doh ji ber birûskê herî kêm 107 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Hindistanê ku di navbera mehên Hezîran û Îlonê de baran mûsonê dibare, hejmara qurbaniyên ji ber vê felaketa xwezayî zêde dibe. Hate ragihandin ku li du eyaletên cuda doh ji ber birûskê herî kêm 107 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku 83 kesî li eyaleta Biharê û 24 kesî jî li eyaleta Ûttar Pradeshê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber barana zêde il eyaleta Biharê rewşa lezgîn hate ragihandin.

Li Hindistanê ji ber barana zêde ya mehên havînê her sal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên fermî tenê di sala 2018'an de ji ber birûskê 2 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dan.