Li Hezroyê 8 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

Li Hezroyê 8 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

Li gundê Halhala Hezroyê di encama pevçûnên çekdarî de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 8 kesên ku jiyana xwe ji dest dan, hatim definkirin.

Li gundê Halhala Hezroya Amedê di navbera malbata Ugurlayan û Tekînan de pevçûnên çekdarî derket. Malbata Ugurlayan avêt ser malbata Tekîn di encana pevçûnên çekdarî de ji malbata Tekîn Şadiye Tekîn, Mehmet Tekîn, Sevîm Tekîn û Abdullah Tekîn jiyana xwe ji dest da. Piştî kar û barê otopsiyê cenazeyê malbata Tekînan li gundê Halhalê hat definkirin. Ji malbata Ugurlayan jî Bedrîye Ugurlayan, Aysel Ugurlayan û Mehmet Salîm Ugurlayan li Bîsmîlê hatin defin kirin û Remziye Dalişik jî li Amedê hat defin kirin.