Li Hezro di navbera du malbatan de pevçûn: 8 kes mirin
Li Hezro di navbera du malbatan de pevçûn: 8 kes mirin
Li Hezro di navbera du malbatan de pevçûn: 8 kes mirin
Li gundê Çîtlibahçe ya Hazroyê, di navbera du malbatan de pevçûn derket û 8 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Hezro ya amedê li gundê Çîtlibahçe di navbera malbatên Tekîn û Ugurliyan de ji ber sedemeke ku nayê zanîn pevçûn derket. 3 jê jin 8 kesî jiyana xwe ji dest da.
Sibê saet li dora 07.00’an kesên ji malbata Ugurliyan, bi ser malbata Tekîn de girtin û mal gulebaran kirin. Şahdîde Tekîn, Abdullah Tekîn,Mehmet Tekîn, Şevîn Tekîn, Remeziye Tekîn jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûna navbera malbatan de derket de ji malbata Ugurliyan jî 3 kes mirin. Her wiha hat hînbûn gelek kes birîndar bûne û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî rakirine nexweşxaneyan. Leşker hatin cihê bûyerê û hat hînbûn ku gund kirine bin ablukayê.