Li Hesekê ciwanan komploya 15'ê sibatê şermezar kir
Li Hesekê ciwanan komploya 15'ê sibatê şermezar kir
Li Hesekê ciwanan komploya 15'ê sibatê şermezar kir
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15'ê Sibatê meşek lidarxist.
Li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina salvegera komploya 15'ê Sibatê ku di sala 1999'da li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, daketin kolanan. Ciwan li meydana Şehîd Dilbirîn a Taxa Nasra kombûn. Ciwan deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan û li kolanên taxa Nasra û Tilhejer geriyan.
Piştî ku ciwan gihiştin ber dêra Asûriyan a li Taxa Mesakin, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Karker Bêrîtan axivî û vê peyamê da:
"Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger komploya li dijî rêberê gelê kurd Ocalan şermezar dikin, em ji komplogeran re dibêjin ku ewê nikaribin îradeya gelê kurd pinpêbikin û gelê kurd û rêber Ocalan ji hev veqetînin. Ocalan ji me re fikre û îrade ye, ji ber wê emê heta deqa dawiyê bi Ocalan ve girêdayibin. Serok Apo digot; "Me bi ciwantî dispêkir û emê bi ciwantiyê bi ser bikevin, em jî dibêjin; me bi Ocalan destpêkir û emê bi felsefeya Ocalan bi ser bikevin."