Li Hesekê 2'mîn Civîna Meclîsa Jin hate lidarxistin
Li Hesekê 2'mîn Civîna Meclîsa Jin hate lidarxistin
Li Hesekê 2'mîn Civîna Meclîsa Jin hate lidarxistin
Li Hesekê duyemîn civîna Meclisa Jinê bi armanca nirxandina xebata 6 mehan û danîna projeyên 6 mehên li pêş hate lidarxistin.
Di civînê de Koordînasyona Yekîtiya Star Welîda Botî li ser rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê axivî. Botî di axaftina xwe de balkişand ser rola jinan di milê siyasî, civakî û dîplomasî de û bi taybet jiyana hevbeş a netewên cuda li Rojavayê Kurdistanê bi hev re.
Botî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêdiviya jinan bi xurtkirina rêxistina jinên ciwan û destek dayîna jinên ciwan di hemû aliyên jiyanî de heye. Piştî Botî endama kordînasyona Yekîtiya Star Dîcle Serêkaniyê axivî.
Serêkaniyê got ku Yekîtiya Star li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bingehê xwe sazkiriye, di warê rêxistin kirina jinan de rola xwe ya sereke girtiye. Serêkaniyê di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku, gelê kurd bi saya ked û xebata şehîdan destkeftiyên xwe bi destxistine.
Cîgira Serokê Meclîsa Gel a Hesekê Sûad Xelo jî axivî û diyar kir ku pêdivî bi perwerdekirina jinan heye û pêwîste dewreyên perwerda jinan zêde bibin. Herwiha di civînê de xebata meclîsê ya 6 mehan hate nirxandin û projeya 6 mehên li pêş hate danîn.