Li Hênê bi hinceta operasyonê rê hatin girtin

Li taxên Tûraliya Jêr û Tûraliya Jor a navçeya Hênê ya Amedê ji ber operasyonê rê hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şeva Duşemê li taxên Tûraliya Jêr û Tûraliya Jor a navçeya Hênê ya Amedê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.

Yekîneyên taybet yên artêşa dagirker jî beşdarî operasyonê bûne û rêyên taxên Çeper û Daralan yên navçeya Licê û taxên Tûraliya Jêr û Tûraliya  Jor a navçeya Hênê hatine girtin. Operasyona li herêmê didome.

Roja 4’ê Cotmehê li 65 tax û mezrayên bejahiya navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexe roja 11’ê Cotmehê hate rakirin lê leşkeran bi taybet li taxa Çemê Elika li pêş deriyên malên gundiyan nobet girtin û destûra ketin û derketinê nedan. Li taxên ku leşkeran dorpêç kirî, leşkeran gef li gundiyan xwar û êşkence li wan kirin. Bi rojan welatî û sewalên gundiyan birçî hatin hiştin.