‘Li hemberî şer û kuştinê em li gel hev in ‘
Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê, bi dirûşma “Li Dijî Şer û Kuştinê Em Li Gel Hev in’ li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê, bi dirûşma “Li Dijî Şer û Kuştinê Em Li Gel Hev in’ li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Di çalakiya rûniştinê de ku di bin dorpêça polîsan de hate lidarxistin, banga li dijî faşîzmê bilindkirina berxwedanê hate kirin.
Endamên Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê ku li Qada Galatasarayê kom bûn, bi çalakiya rûniştinê polîtîkayên Qesr/AKP’ê yên şer û hilweşandinê yên ku li Kurdistanê dimeşînin protesto kirin. Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş jî beşdarî çalakiyê bûn, diyar kirin ku ji bo bilindkirina demokrasiyê, berxwedan û li gel yekbûnê wê têkoşîna xwe dewam bikin. Di çalakiyê de pankarta “Li Dijî Şer û Kuştinê Em Li Gel Hev in” hate vekirin û dowîzên mîna “Em rê nadin faşîzmê!”, “Dest nede çapemeniya azad”, “Dest nede wekîlên me”, “Ji diktatoriyê re na” hatin hilgirtin, bi yek dengî dirûşmeyên mîna “Ji şer re na, aştî niha”. “Bijî xwişk û biratiya gelan”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.
Di çalakiya rûniştinê de di destpêkê de Berdevkê demê yê Platforma KESK’ê Mehmet Emîn Kirşanlioglû axivî. Kirşanlioglû bi bîr xist ku şideta li welat hê jî didome, akademîsyen, rojnamevan hatin girtin, der heqê kedkaran de doz hatin vekirin, di vê rêyê de dixwazin mûxalefetê bifetisînin. Kirşanlioglû got bi van rêyan nikarin mûxaleftê bifetisînin, li dijî faşîzmê banga berxwedana hevpar kir.
‘EM Ê LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN’
Piştî Mehmet Emîn Kişanoglû li ser navê Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê Yaşar Aslan daxuyanî xwend. Aslan bi bîr xist ku di vê demê de ku li hember hemû beşên civakê şer hatiye îlankirin, dijîn. Bal kişand ku hemû beşên demokrasiyê diparêzin yên ku li dijî polîtîkayên Qesrê/AKP’ê yên welat ber bi şer û talanê ve dibin, di bin gefan de ne. Aslan anî ziman ku şer li bajarên Kurdan dewam dikin, hemû beşên ku li dijî polîtîkayên şer û talanê yên li rojava bangên demokrasiyê dikin, bi polîtîkayên gef û zextan ve dixwazin biçewisînin. Aslan da zanîn ku bê ku bêjin jin, zarok, ciwan, kedkar, akademîsyen, rojnamevan û parlamenter her kes kirine hedef. Aslan wiha got: “Hemû beşên ku hikûmet li ser her kesî şêwazekî ferz dike, yên nepejirînin dikin hedef.” Aslan da zanîn ku li dijî polîtîkayên şer û hilweşandinê yên Qser/AKP’ê li her deverê didin meşandin, ji bo rizgarikirina her beşê civakê yên hatine perçiqandin; ew ê li ber xwe bidin, têkoşîn û hevrebûna xwe berdewam bikin.