Li hemberî girtina Deriyê Sêmalka nerazîbûn zêde dibin
Li hemberî girtina Deriyê Sêmalka nerazîbûn zêde dibin
Li hemberî girtina Deriyê Sêmalka nerazîbûn zêde dibin
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Şaxa Mexmûrê Mele Tofîq der barê deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ku ji aliyê hikûmeta Başûr ve hatiye girtin got, “Ev derî ne yê hin kesan û hin parçeyan e ev deriyê tevayî gelê Kurd e. Pêwîst e derî were vekirin û gelê Kurd li hemberî tevayî êrîşan yekîtî û piştevaniya ji hev re xurt bike.”
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan Şaxa Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Mele Tofîq der barê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah daye destpêkirin, êrîşên li hemberî destketiyên gelê Kurd ên Rojavayê Kurdistan û dîsa têkildarî Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan de ev demeke dirêj e ji aliyê hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin nêrînên xwe anîn ziman.
Mele Tofîq bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got, “Li ser her Kurdî ferz e ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê û pêş bixe. Divê ji bo piştevaniya pêvajoya ku Serok daye destpêkirin çi di xutbe çi di civînan de be, di her qada jiyanê de pêwîst e em bang bikin û pêş bixin.” Mele Tofîq di axaftina xwe de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd jî got, “Ji bo azadiya Serok çi rê û rêbaz pêwîst bin divê werin bikaranîn.”
ROJAVAYÊ KURDISTAN DERGEHÊ TEVAYÎ KURDISTAN E
Mele Tofîq di axaftina xwe de got ku gelê Kurd êdî hişyar bûye û ji bo hîn zêdetir destketiyên xwe biparêze divê yekîtiya xwe xurt bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd êdî divê bi her awayî yekîtiya xwe pêş bixe. Li hemberî neyaran têkoşîneke xurt bimeşîne.”
Der barê Rojavayê Kurdistan jî got, “Ji aliyekî ve dewleta Tirk û aliyê din ve jî dewletên Ereban destek û piştevaniyê didin çeteyan da ku destketiyên gelê Kurd ên Rojava ji holê rakin.”
DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛR DERÎ VEKE
Mele Tofîq der barê deriyê Sînor ê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistan ve hatiye girtin nêrînên xwe anîn ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev derî ne yê hin kesan û hin parçeyan e. Ev deriyê tevayî gelê Kurd e. Pêwîst e derî were vekirin û gelê Kurd li hemberî tevayî êrîşan yekîtî û piştevaniya ji hev re xurt bikin. Pêxemberê me gotiye, ‘Laneta Xwedê li ser vî kesî ye ku dema mazlûmekî bibîne alîkariyê pê neke.’ Li ser tevayî gelê Kurdistanê ferz e ku alîkariya gelê Sûriyeyê û bi taybet ê Rojavayê Kurdistanê bikin. Yanî bi her awayî pêwîst e alîkariya gelê Rojava were kirin. Ji mal û û her tiştê xwe divê em fedakariyê bikin û piştgiriyê bidin gelê xwe yê Rojava. Ji her alî ve êrîş li hemberî gelê me hene. Lewma ferz e ku Kurd alîkariyê bikin û divê Hikûmeta Başûr derî veke.”
.