Li Helsînkiyê ji bo Xerabê Bava û Talatê çalakî

Li Helsînkiyê êrîşên dewleta Tirk a li ser gundên Xerabê Bava û Talatê hatin kirin bi meşekê hate şermezarkirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, êrîşên dewleta Tirk a li ser gundên Xerabê Bava û Talatê yên girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi meşekê hate şermezarkirin.

Her wiha di meşê de ji bo dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bê azadkirin daxwazên xwe anîn ziman .

Kurdên ku ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bibûn, ji ber êrîşên koma çeteyên PDK’ê ya li ser şervanên YBŞ’ê û gelê Şengalê fikarên xwe metirsiyên netewî anîn ziman.