Li Helebê şervanê YPG'ê Remezan Ebdo jiyana xwe jidest da

Li Helebê şervanê YPG'ê Remezan Ebdo jiyana xwe jidest da

Fermandariya Tûgaya Şehîdên Helebê ya YPG'ê diyar kir ku doh şervanê wan Remezan Ebdû yê ku di pevçûnên li Eşrefiyê de birîndar bibû, jiyana xwe jidest daye. Hejmara şervanên YPG'ê yên di pevçûnên Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dan derkete 8'an.

Fermandariya Tûgaya Şehîdên Helebê ya YPG'ê daxuyaneyeke nivskî weşand û diyar kir ku şervanên wan Remezan Ebdo yê 35 salî, di roja 2'emîn ji pevçûnên Eşrefiyê tevî hevalên xwe li pêşiya tangên rêjîma Bass berxwedaneke bi rumet nîşan daye û birîndar bûye. Lê belê tevî hemû hewldanan jî Remezan di nexweşxaneya Efrînê de  jiyana xwe jidest da.

YPG'ê diyar kir ku hejmara şervanên wan yên di pevçûnên Helebê de ya ku kete roja xwe ya 6' emîn derkete 8'an. Fermandariya Tûgaya Şehîdên Helebê ya YPG'ê balkişand ku rêhevalê wan Remezan di nava tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê de ji mêj ve cihê xwe girtiyê û vê daxuyaniyê da: "Remezan ji malbateke ji despêka tevgera azadiya gelê Kurdistanê alîgirê tevgerê bûn. Heta ku armancên ji bo wê jiyana xwe bi dest bixin, emê li ser rêça şehîdan bimeşin.

Şervanê YPG'ê Remezan Ebdo di sala 1978'an de li gundê Bexçe yê navçeya Bilbulê ji dayîk bibû û di sala 2011'aan tevlî refên YPG'ê bû.