Li Helebê 8 sivîl hatin qetilkirin

Li Helebê, di encama bombebaran û şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de, 5 jê zarok 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên Suriyeyê îro ji serê sibehê ve bajarokên Heyan, Hirêtan, Enedan, Kefer Hemra û Melah û rêya Kastêlo yên li bakurê Helebê, bajarokên Binan El-Hes, Xan Toman û Xelsa yên başûrê Helebê û herêmên Rîf El-Muhendisîn, Orom El-Kubra û Kefernaha yên rojavayê Helebê bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn.

Li navenda bajar jî balafiran, taxên El-Ensarî, El-Qatircî, Mesakin Henano, Miyesar, Suryan Cedîda, Benî Zeyid û Mercê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de, ziyanek madî gihişt malên welatiyan.

Her wiha balafiran, şevê din bajarê Bab û bajarokê El-Mehdûm ên li rojhilatê Helebê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 zarok di nav de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Li derdora gundikê EL-Melah ê li bakurê Helebê, di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de şer derketin. Encama vî şerî nehat zelalkirin.

Çeteyên Koalîsyona Sûriyê jî taxên Zehrai û Kolana Nîl ên Helebê topbaran kirin. Di encama topbaranê de gelek kes birîndar bûn û ziyana madî gihişt malên welatiyan.