Li Heîlbronnê çalakiya protestoyî: Dest nede îradeya min!

Kurdistaniyên li bajarê Heîlbronnê dijîn, êrîşên AKP'ê yên li ser îradeya gelê Kurd protesto kirin.

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, pêkanînên qirkirinê yên AKP/Qesr ku vîna gel nas nakin, hatin şermezarkirin. Bi vê armancê Meclîsa Jinê ya Sêvê Demîr û Jinên ciwanên Azad çalakiyek lidar xistin û zêdeyî 400 kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Dest nede îradeya min" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Çalakgeran xwestin hesab ji Erdogan û AKP'ê were pirsîn û qedexeya li Elmanyayê ya li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ji dewleta Elman hat xwestin, helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bide.