Li Hatayê bajarê konteynirê di bin avê de ma

Li Hatayê ku bandora erdhejê dewam dike, bajarê konteynirê yê ku mexdûrên erdhejê lê dimînin, ji ber lehiyê di bin avê de ma.

LEHÎ RABÛ

Di erdhejên 6’ê Sibatê de ziyaneke mezin gihişt Hatayê û bajar hêj nehatiye avakirin. Duh, li bajar baraneke zêde bariya û rê li ber lehiyan vekir. Ji ber barîna zêde ava rûbaran rabû û lehî çêbûn. Gelek deverên bajar di bin avê de man. Her wiha bajarê konteyniran ê mexdûrên erdhejê lê dimînin jî di bin avê de ma.

Ji ber barîna zêde,  li Zoma Çokekê ya navçeya Dortyolê hezaz çêbû. Ji ber hezazê rêya zomê hate girtin. Di heman demê de li Taxa Ozerliyê jî rêya li ser rûbar tebiqî.

Walîtiya Hatayê ji ber barînên zêde li tevahiya dibistanên navçeyên Antakya û Defneyê rojek betlane ragihand.