Li Hannoverê nêzî deh hezaran ‘Çarşema Sor’ pîroz kir!
Li Hannoverê nêzî deh hezaran ‘Çarşema Sor’ pîroz kir!
Li Hannoverê nêzî deh hezaran ‘Çarşema Sor’ pîroz kir!
Kurdên Êzidî yên li bajarê Hannover yê Almanyayê ji bo pîrozbahiya ‘1. Mîhrîcana Çarşema Sor’ hatin gel hev, peyamên piştgiriya bi ‘Pêvajoya Çareseriyê’ ya Rêberê Gelê Kurd dayî destpê kir dan. Di mîhrîcana ku nêzî deh hezaran kes tevlîbûyî de Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade peyama ‘Êzidîtî Kurdîtiye’ da.
‘Çarşema Sor’ ku cejna baweriya Êzidiyan ya herî kevne, îsal cara yekem bi mîhrîcanekê hate pîroz kirin. “1.Mîhrîcana Çarşema Sor” ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzîdiyan-FKÊ ve hate organîze kirin, li bajarê Hannoverê pêkhat. Mîhrîcana ku nêzî deh hezaran kes beşdar bûn, li Navenda Kongreya Hannoverê pêkhat. Hate dîtin ku, jin û zarokan motîfên kesk, sor û zer xemilandin.
Di mîhrîcana ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirbûn, ciwana bênavber sloganên “Bijî Serok Apo” avêtin. Di mîhrîcana ku motîfên aydê baweriya Êzidiyan hate xemilandin, hunermendan stranên li ser Derwêşê Evdî stran.
Dema ku Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş got, “em dê li Amedê mala Êzidiyan vekin” bi deqîqeyan li ser lingan çepik lêdan, her wiha eleqeyek pir mezin nîşanî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim dan.
KEMALÎZADE: ÊZÎDÎTÎ KURDÎTIYE
Di mîhrîcana ku serokên gelek partî, sazî û dezgehan her wiha kesayet tevlîbûyîn de, di serî de peyama Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, YEK-KOM, ji Laleşê Tevgera Azad ya Êzidiyan, UTA-AMARA, jî heyî gelek sazî û dezgehan peyam şandin û “Çarşema Sor” pîroz kirin.
Serokê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîza jî tevlî mîhrîcanê bû û li vir axaftinek kir. Kemalîzade di axaftina xwe de behsa dîroka Êzidîtiyê kir û got, “Kurd bi hezaran sale li ser van axan jiyan dikin. Êzidîtî jî yekemîn baweriyên Kurdanin. Ji ber vê sedemê Êzidîtî Kurdîtiye.” Kemalîzade ragihand ku, pêwîste hemû Kurd li derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bikin yek.
Piştî axaftinan bi rêzê ve hunermend derketin ser dike û stranên xwe gotin. Dilgeş û Hesen Şerîf di mîhrîcanê de bi stranên salên 90’ê ku di zîhn de cihê xwe girtî yên weke “Çiyayê Bagokê”, “Muxtaro” gotin, bi taybet Dilgeş bi stranên gotî di mîhrîcanê de nostaljîk da jiyan kirin. Xemgîn Bîrhat, Silbus û Tarî, Rezan-Magrît û Zozan, Rojhat , Rêzan Hîp-Hop derketin ser dike û girse coşandin. Ciwanên ku tevlî mîhrîcanê bûyîn heya direngiya şevê bi stranên hunermendan govend gerandin.