Li Hannoverê li fîlmê '14 Temmûz'ê hate temaşekirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, fîlmê '14 Temmûz' hate nîşandan.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, fîlmê '14 Temmûz' hate nîşandan.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Hannoverê, fîlmê '14 Temmûz' li Sînemaya Apollo nîşan da.
Fîlm qala berxwedana girtiyên ji doza PKK'ê dike, ku piştî Darbeya 12'ê Îlonê li dijî hovîtiya li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê li ber xwe dan.
Piştî nîşandana fîlm, Mahmût Ogretmen û Hevseroka NCDK a Hannoverê Ayfer Amara axivîn û bal kişandin ser girîngiya şehîdan ji bo azadî û destketiyan.
TEMAŞEKERAN ÇI GOTIN?
Piştî temaşekirina li fîlm, temaşekeran ji bo fîlm wiha axivîn:
Ji Meclîsa Jinê ya Ronahî Songul Gîresîrt:
"Ez ji Depê me, berxwedana hemşehriyê min Mazlûm Dogan a li zindanê ye. Piştî vî fîlmî me careke din fêhm kir ku em bi rastî jî deyndarê van şehîdên xwe yên şoreşger in, bi saya van şehîdên xwe em gihîştine vê astê û têkoşîn mezin bûye. Em minetdarê wan in. Divê em bi dilsozî bi têkoşîna wan re bin."
Endamê NCDK a Hannoverê Şivan Ciwan:
"Agahiya me ji hevalên me yên şehîd bûne hebû, lê belê bi saya vî fîlmê me dît li Girtîgeha Amedê çi îşkenceyên giran li hevalên me hatine kirin, di nava kîjan şert û mercan de mane. Bi vê wesîleyê me dît bê hevrêyên me çawa li dijî sîstema îşkenceyê ya faşîst a dewleta Tirk li ber xwe dane. Me dîtku çawa faşîstiya wan, îşkenceya wan şikandine. Berxwedana wan bû hêvî ji me re, bû moreleke mezin ji me re."
Gazel Tabûl:
"Nêrîna azadiyê, ku şehîdên me dane me, em ê jî bidin zarok û neviyên xwe. Mîna ku Kemal Pîr dibêje; em ê teqez bi ser bikevin, ji ber ku doza me dozeke mafdar e. Eger gelê Kurd negihêje welat û axa xwe, wê ji zilmê xelas nebe. Bila Erdogan û hevalbendê wî DAIŞ vê baş zanibin; em ê bi ser bikevin!"
Berdevkê NAV-DEM'ê yê Eyaletê jî, bi wesîleya fîlm berxwedana 14'ê Tîrmehê silav kir.