Li Hannoverê Çekdar Qamişlo, Welat Erdemci û Seyîd Riza hatin bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Qamişlo yê ku li hemberî artêşa Tirk a dagirker li Heftanînê şehîd bû, kedkarê çapemeniya azad Welat Erdemcî yê ku ji ber êrîşên hewayî li Serêkaniyê şehîd bû û di salvegera xwe de Seyîd Riza li Hannoverê hatin bîranîn.

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê şervanê HPG'ê Çekdar Qamişlo, kedkarê çapemeniya azad Welat Erdemcî û Seyîd Riza hatin bîranîn.

Di merasîma ku ji Tevgera Ciwanên Şoreşger hate organîze kirin, ciwan, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên cûda wek Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA) û Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) axaftin kirin.

Piştî axaftinên wan hevalê Welat Erdemcî helbesta ku ji bo bîranîna wî pêşkêş kir û sînevizyon li ser Şehîd Çekdar û Welat hatin nîşandan.

Çekdar Qamişlo li Şamê jidayîk bû û li 25 ê Cotmêhê di operasyona şoreşgerî ya Heftanînê tevî 4 rêhevalên xwe di şerê hemberî artêşa Tirk a dagirker ê kû 30 leşker hatin kuştin tevlî karwanên şehîdan bû.

Welat Erdemcî ji Weranşara Rihayê bû û bavê 3 zarokan bû. Ji ber êrîşên hov ên çeteyên DAEŞ li ser Şengal û Rojavayê Şehîd Welat riya xwe da Rojava û Şengalê û bi karê xwe ya çapemeniyê keda dabû heremên şer de. 11’ê Cotmehê di êrîşên dewleta Tirk ên hewayî ya li Serêkaniyê Welat Erdemcî cangorî bû. Bira yê wî jî bi navê Ferhad Erdemcî (Tolhildan Dîren) li 9´ê Cotmeha 2014 li Serêkaniyê (Mabruka) di nav refên YPGê de şehîd bû.