Li Hambûrgê mîtînga ji bo azadiya çapemeniyê

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi dirûşma "Nabe ku pêşî li mafê agahîgirtinê yê gel bê girtin" mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng bi pêşengiya DÎDF'ê pêk hat û tevî Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJV) gelek saziyan piştgirî dan mîtîngê. Di mîtîngê de ku li semta Altona ya Hambûrgê hat lidarxistin, girtina 12 qenalên televîzyonê û 11 qenalên radyo, her wiha biryara Eutelsatê ya ji bo sekinandina weşana Med Nûçe, hatin şermezarkirin.

Ji nûnerên DÎDF'ê Dîlan Baran û Sînan Ozbolat li vir axivîn û dan xuyakirin, ku desthilatdariya siyasî ragihandiye, ew ê li ser peyka Turksatê destûrê nede weşan ti qenaleke televîzyonê ya mûxalîfên xwe. Nûneran dan zanîn, desthilatdariya AKP'ê hewldana darbeyê ya 15'ê Îlonê ji xwe re kirine firsend, hemû organên çapemeniyê yên li dijî polîtîkayên şer û mêtîngeriyê radiwestin bêdeng dike, derbeke giran li mafê agahîgirtinê yê gel û azadiya çapemeniyê dixe û anîn ziman, qenalên televîzyonê û organên çapemeniyê yên dengê bi mîlyonan mirovî ne, wê ji aliyê desthilatdariya mîlyoneran ve nikare bên girtin.

Serokê Çanda Elewiyan a Hambûrgê Nûralî Demîr jî got, "Roj roja yekîtiyê ye" û bang li hemû demokratan kir, ku li ber faşîzma Erdogan rabin. Naîme Erdem Başaran li ser navê Desteya Rêveber a HDP-Hambûrgê axivî û destnîşan kir, ku ji ber serî li ber desthilatdariyê netewandine, ji ber ku bûne dengê kedê, demokrasî û daxwazên mafdar ên gelê Kurd, civaka Elewî û bindestan, bi qasî 20 qenalên televîzyon û radyoyê yên mûxalîf hatine girtin. Başaran bal kişand ser biryara Eutelsatê ya ji bo derxistina Med Nûçe ji vê peykê û anî ziman, Med Nûçe êrîşên faşîstan ên AKP li dijî gelê Kurd û dostên wan dimeşîne, dixe rojevê û bi berpirsyariya rojnamevaniyê komkujiyên li Kurdistanê nîşanî cîhanê dide. Başaran got, hewldana bêdengkirina weşangerî û çapemenya mûxalîf û azad, nîşan dide ku wê polîtîkayên zext û bêdengkirinê yên li dijî hemû beşên civakê, zêdetir bibin.

Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn Adalet Şare jî nerazîbûneke tund nîşanî girtina Zarok TV da. Şare ragihand, jinên Kurd wê bi ti awayî serî li ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk netewînin û destnîşan kir, ku Eutelsat a biryara qedandina weşana televîzyona Med Nûçe daye, di binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê de bûye hevparê Tirkiyeyê.

Haak-Bîr, CHP-Hambûrg, HAK-Evî-Hambûrg, Mala Çanda Elewiyan û Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Denîz Çelîk jî destek dan mîtîngê. Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJV) jî desteka xwe nîşan da. Herî dawî Serokê DJV'ê Frank Uberall bi rengekî nivîskî daxuyanî da û ji bo çalakiyên li gelek bajarên Elmanyayê tên lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Uberall destnîşan kir, ku weke rojnamevan divê ew li dijî zexta li ser azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê derkevin.

 

...