Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, di mîtînga ku ji aliyê Ciwanên Azad ve hate lidarxistin de, qetlîama Nîce hate şermezarkirin. Ji bo kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne peyamên pirştgiriyê hatin dayîn.
ANF
HAMBÛRG
şemî, 16 tîrmehê 2016, 19:35
Di çalakiyê de dem bi dem dirûşmên “Bijî Piştgiriya Navneteweyî” û “Bijî Serok Apo” hatin qirkirin. Di çalakiyê de li ser navê Ciwanê Azad axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku di encama hişmendiya DAIŞ’ê de bi mexdûrên qetlîamê re bê ku netew û welat cûda bikin di nava piştgiriyê de ne. Dibe li Şengal, Rojava, Cizîr, dibe li Fransa be, li dijî wehşetê em ji têkoşîna bi rêxistinkîrî bernadin.
Di mîtîngê de, hewldana darbeyê a ku duh şev li Tirkiyeyê jî pêk hat hate nirxandin. Nûnerên Ciwan da zanîn ku di pêvajoyên mûzakereyê yên ji beriya 2 salan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibûn kirin diyar bibû ku wê di pêşerojê de rewşên bi vî awayî derbikevin. Ciwana da zanîn ku çeteyên AKP’ê di xwazin bi rêyên bi vî awayî dixwazin xwe rizgar bikin.