Li Hambûrgê bîranîna qurbaniyên komkujiyên Mereş, Girtîgeh û Roboskî
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, mirovên di komkujiyên meha Kanûne de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Li ser mijara komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî panelek hat lidarxistin.
ANF
HAMBÛRG
şemî, 26 berfanbarê 2015, 07:14
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, mirovên di komkujiyên meha Kanûne de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Li ser mijara komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî panelek hat lidarxistin.
Axaftina vekirinê ya panelê li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji aliyê endamê KNK'ê Hasan Ozyûrt û Abîdîn Erbaş ve hat kirin.
Di axaftinan de hat ragihandin, ku divê hesabê komkujiyên dewleta Tirk a faşîst kiriye bê pirsîn. Piştî axaftina vekirinê li sermijara komkujiyan sînevîzyon hat nîşandan û dûre panelê destpê kir.
Moderatora panelê siyasetmedara Kurd Sevahîr Bayindir got, "Dewlet mirovan qetil dike û hînê jî van komkujiyên xwe didomîne. Ji bo jimartina komkujiyên dewletê ne wext têrê dike, ne jî dil dikare rake. Dewleta ku plan û projeya komkujiyê amade dike, ji bo vê yekê rewşa bike ji xwe re hincetekê peyda dike û komkujiyê dike. Îro jî xendekan dike bahane û komkujiyan dike."
Piştre peyama Ferhat Encu, ku ji ber komkujiyên li Şirnexê nikarî beşdarî panelê bibe, hat xwendin. Encu got, "Tabloya ku dema me jê re got, 'eger em ji bîr bikin, bila dilê me ziwa bibe', tabloya ku li ser pişta hêstiran me miriyên xwe radikir bû. 34 bedenên li ber hev hatin danîn, bav, hevser, kur, ap, xal ên li 34 betaniyan hatin pêçandin. Ya ku li ser pişta hêstiran hat hilgirtin, trajediya hezar salî ya gelekî bû. 4 sal derbas bûn, ku me got 'eger em ji bîr bikin bila dilê me ziwa bibe', lê ji xwe ti niyeteke wan a bidin ji bîr kirin jî nebû. Di nava çar salan de bi dehan Roboskî anîn serê me. Nedan ji bîrkirin. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin."
Piştî xwendina peyama Encu, nivîskar lêkolîner Azîz Tûnç pêşkêşiyek kir. Piştî vegotina helwesta dewletê û komkujiyên di herikîna dîrokê de kir, Tûnç li ser şêweyê komkujiyan sekinî.
Tûnç got, "Dewletê ji Ermeniyan destpê kir û piştre hewl da Elewiyan û Kurdan asîmîle bike. Yê ku nikarîbû asîmîle bike jî, hewl da qetil bike. Komkujiya Merşê jî ji bo tesfiyekirina Elewiyan û Kurdan bû.
Di komkujiya Mereşê de tiştekî bi navê darizandinê nîne. Di bin navê darizandinê de hewl dan qetlîamkeran mafdar nîşan bidin û berxwedêran jî weke qetlîamker mehkeme bikin. Qetlîamker nehatin darizandin, lê li berxwedêran bi dehan sal cezayê ragirtinê hat birîn.
Qisekerê duyemîn ê panelê jî şahidê komkuiya 19'ê Kanûnê ya Girtîgehê Zekî Demîrcî bû. Demîrcî der barê dîroka girtîgehên cîhanê û wateya grevên birçîbûnê de agahî da.
Demîrcî bal kişand ser komkujiya 19'ê Kanûnê û got, "Di komkujiya 19'ê Kanûnê de 29 hevalên me hatin qetilkirin. Di vir de me ev dît: Li derve berxwedan çiqasî qels be, li hundir êrîşa dewletê ewçend hêsan e. Ji aliyê Tipa Edlî ve hatiye piştrastkirin ku 851 girtiyên nexweş hene û dewlet di vê mijarê de gavekê neavêje. Li hemberî hemû êrîşên dewletê, divê em berxwedaneke xurt nîşan bidin."
Qisekera dawî ya panelê Fîdan Yildirim jî got, "Mixabin di dîroka Komara Tirkiyeyê de gelek komkujî hene. Ez dixwazim bi awayekî komî li komkujiyan binêrim. Ez Kurdeke Elewî ya ji Mereşê me. Min li Mereşê xwend. Hatina komkujiyê min gav bi gav şopand. Di pîrozbahiyên rizgariya Mereşê de weke zarokeke Kurd a Elewî her tim bi tirs û fikar bûm. Ji ber ku beriya 12'ê Sibatê di nava Elewiyan de dihat gotin ku wê vê carê di 12'ê Sibatê de Elewî bên qetilkirin, serjêkirin. Bi vê yekê re hewl dihat dayîn ku li Mereşê nakokiyên mezhebî û etnîkî bên mezinkirin. Beriya wê li hin deverên Kurdistanê hewldanên ji bo komkujiyan hebûn, lê bi ser neketibûn. Hêzên serdest li Mereşê bi ser ket, ji ber ku li Mereşê zemîna hesta nefretê ya beriya 12'ê Sibatê di nava gelan de hat afirandin, derfet dida komkujiyê. Li Mereşê, hêzên serdest ên desteka ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef girtin, komkujî kirin."